Ji bo şehîd Karker Mazlûm merasîma xiyabî

li Helebê şervanê  Hêzên Parastina Gel (HPG) Karker Mezlûm bi merasîmeke xiyabî hat bîranîn.

19 îlon, 2025   19:27
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê ji bo şervanê HPG`ê Karker Mezlûm (Xalib Osman)  ku di 16`ê Çileya 2019`an de li herêma Garê şehîd bû, merasîmek xiyabî li dar xist.

Merasîm li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêx Meqsûd a Helebê ye, hat lidarxistin.

Endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, her wiha şêniyên taxê tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Zinarîn Efrîn axivî û got, "Şehîd Karker bi vîneke mezin ji bo pêkanîna jiyaneke azad ji bo gelê xwe têkoşiya. "

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed jî axivî û got, "Şehîd Karker li gorî wateya navê xwe jiya. Ji bo doza xwe, gelê xwe û nasnameya xwe têkoşiya û ciwaniya xwe ji bo welatê xwe feda kir."

Ji xizmên Şehîd Karker Enîsa Osman, behsa taybetmendî, têkoşîn û welatparêziya şehîd kir û got, "Ew di Newrozê de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di şerên ku beşdarî wan bûye de destan nivîsand. Wî qet ji biryara xwe paşve gav neavêt. "

Di dawiyê de, belgeya Şehîd Karker hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştî axaftinan şêniyan sersaxî ji malbata şehîdar re xwest.

(k)