Li Qamişloyê xebatên asfaltkirina rêyan dest pê kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê dest bi xebatên asfaltkirina rêyên tax û bazaran kir. Tê payîn ku ev xebat 5 mehan bidome.

4 hezîran, 2025   15:08
QAMIŞLO

Îro Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê dest bi karê asfaltkirina çend cadeyên nava bajêr kir. Xebatên asfaltkirinê ji Kolana Blûdan a li derdora Sebi Behrat dest pê kir.

Di plansaziya sala 2025’an de sererastkirina rêyên Qamişloyê yek ji projeyên sereke yên Şaredariya Gel e.

Endezyarê Nivîsgeha Teknîk a şaredariyê Hesen Hisên diyar kir ku xebatên asfaltkirinê li gorî pîvanên teknîk li piraniya tax û bazarên bajêr pêk tên û tê payîn ku heta 5 mehan dewam bikin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo sererastkirina rêyan 333 hezar metrekab asfalt terxan kiriye.

(k)