Meclisa Aborî û Çandiniyê dê piştgiriya cotkaran bike

Meclisa Aborî û Çandiniyê di civîna xwe ya asayî de biryar da ku piştgiriya cotkaran bike, her wiha biryar da ku çewalan bi deyn bide cotkaran û sîstema rêvebirina aşan bike sîstema kooperatîfê.

Meclisa Aborî û Çandiniyê dê piştgiriya cotkaran bike
4 hezîran, 2025   15:03
HESEKÊ

Meclisa Aborî û Çandiniyê bi amadebûna hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serokên komîteyên aborî yên kantonan, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rêxistinên civaka sivîl û Zanîngeha Rojava, civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de raporên komîteyên kantonan ên der barê rewşa giştî û astengiyên li pêşiya karê wan de hatin xwendin û gotûbêjkirin. Di gotûbêjan de bal kişandin ser awayên çareserkirina pirgirêkan, pêşxistina projeyan, bi taybet têkildarî çandiniyê.

Mijara sereke ya civînê amadekariyên demsala çinîna genim a sala 2025’an bûn, beşdaran tekez kir ku divê buhayekî baş ji bo kirîna genim were diyarkirin. Beşdaran her wiha behsa girîngiya piştgiriya cotkaran kir.

SÎSTEMA RÊVEBIRINA AŞAN BÛ SÎSTEMA KOOPRATÎFAN

Her wiha di civînê de rewşa aşan a li kantona hate gotûbêjkirin û der barê mijarê de biryareke stratejîk hate dayîn ku sîstema rêvebirina aşan bibe sîstema kooperatîfan û aşên heyî bêne çaksazkirin.

XURTKIRINA HEVKARIYA DI NAVBERA SAZIYAN Û YEKITIYA COTKARAN DE

Beşdaran her wiha awayên xurtkirina hevkariya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û Yekitiya Cotkaran a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk de gotûbêj kirin û tekez kir ku başkirina şêwazên hevkariyê di navbera her du aliyan de dê xizmetguzariyên ji cotkaran re baştir bike.

ENCAMÊN CIVÎNÊ

Civîn bi hin encam û biryaran bi dawî bû; ji bo cotkarên ku di çarçoveya bernameya pirkirina tovan de girêbest çêkirine, çewal bi deyn werin dayîn, sîstema rêvebirina aşan bibe sîstema kooperatîfan û ji bo cotkarên ku berhemên xwe bibin navendên kirînê, alîkarî were pêşkêşkirin.

Di civînê de buhayê genim ê îsal nehat diyarkirin.

(k)