Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji kesên Rêber Abdullah Ocalan dîtine re civînek li dar xist. Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şîrovekirin.

Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
Li Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê civîn
16 îlon 2024   21:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo şîrovekirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, ji kesên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine re, civînek li dar xist.

Însiyatîf Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 10`ê Îlonê de li Qamişloyê dest bi sardana malbatan kiribû. Însiyatîfê îro jî kesên Rêber Abdullah Ocalan dîtine li hev kom kirin, ji wan re civînek li Navenda Civaka Demokratîk a Şehîd Bingeh a Qidûrbeg li dar xist.

Beşdaran civînê got, "Divê em çalakiyên xwe ranewestînin, heta ku yek ji me hebe em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin. Tişta herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger be. Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em tu carî xwe azad nabînin. Divê helwesta me ya li hember misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, yek be."

Civîn bi dirûşma" Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA