Jîna Emînî li Helebê hat bibîranîn
Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî bi destê desthilatên Îranê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî bi destê desthilatên Îranê bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan li ser gorên li Goristana Şehîdan a Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê çalakiyek li dar xist.
Di merasîma bîranînê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan axivî û got: "Hîna jin li herêmên dagirkirî, li Îranê di qetilkirin, revandin û destdirêjiyê re derbas dibin."
Her wiha rêvebera Komîteya Perwerdê ya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Rinde Mihemed siyasetên çewisandin, qetilkirin û binpêkirinên li dijî jinan şermezar kirin.
Rinde bal kişand ser êrişa duh a li dijî jinên Efrînê û got: "Ev binpêkirinên îsrara me ya berxwedanê zêdetir dike. Jiyana azad sembola jina ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye pransîba bingehîn a têkoşîna me, ye."
Dûre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.
(fr)