Li Qamişloyê Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişloyê Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kir ku berxwedana girtîgeha Amedê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de werçerxek ava kir.

14 tîrmeh, 2026   22:08
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro civînek li Hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ji bo bibîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek li ser berxwedana şehîdên girtîgeha Amedê û fedekariyên wan hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Colîk Şehîdên Berxewdana 14ˊê Tîrmehê û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Colîk diyar kir ku Şehîdên Berxwedana Girtîgehan ji vî xelkî bû, rewşa parçebûna Kurdistanê dizanîn, ji lew re rêya têkoşînê hilbijartin û laşê xwe ji bo azadî û rûmetê kirin mertalên parastinê.

Colîk anî ziman ku destkeftiyên heyî berhema fedakariyên wan şehîdan in.

Civîn bi diruşmên silavkirina fedakariyên şehîdan û dilsoziya bi wan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA