Li Laziqiyê ciwanek hat qetilkirin

Li nêzî Fakulteya Tetbîqî (Pratîkî) ya herêma Qinênis a bajarê Laziqiyê ciwanek bi guleyê di serê xwe de hat qetilkirin.

Li Laziqiyê ciwanek hat qetilkirin
14 tîrmeh, 2026   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li nêzî Fakulteya Tetbîqî (Pratîkî) ya herêma Qinênis a bajarê Laziqiyê ciwanek di serê xwe de hat gulebarankirin û hat qetilkirin.

SOHRˊê diyar kir ku bûyer di saetên sibehê de pêk hat û ciwan bi guleyekê di serê wî de hat qetilkirin. Heta niha nasnameya sûcdar an jî sedemên bûyerê nayên zanîn.

(fr)