Li Qamişloyê şehîdên ragihandina azad hatin bibîranîn

Li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan şehîdên ragihandina Azad, Mihemed Reşo, Saad Ehmed, Wîdad Ardimcî, Dîlan Olmaz di salvegera xwe ya 6ˊemîn de hatin bibîran.

13 cotmeh, 2025   20:33
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo 6ˊemîn salvegera şehadeta nûçegihana ajansa me Saad El Ehmed, nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo, wênekêş û derhênerê sînemayê Wîdad Ardimcî (Welat) û xebatkara çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dîlan Olmaz merasîma bibîranînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê li dar xistin. Şehîd Saad Ehmed, Mihemed Reşo û Dîlan Olmaz di 13ˊyê Cotmeha 2019ˊan de û Wîdad Ardimcî di 10ˊê Cotmeha 2019ˊan de li Serêkaniyê şehîd bûbûn. Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û hevrêyên şehîdan amade bûn.

Di merasîma bibîranînê de li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) şêwirmend Bunyad Cizîrê axivî û got: "Di şexsê Mihemed Reşo de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Bê guman şehîd Mihemed da pey şopa şehîdên me yên çapemeniya azad û xwest rastiya planên qirêj ji cîhanê re aşkera bike. Şehîdan xwestin bi kamereya xwe rastiya êrişan û dijmin ragihîne û di vê rêyê de gihîştin asta şehadetê."

Piştre bavê şehîd Mihemed Reşo, Hisên Reşo axivî û got: "Em îro 6' emîn salvegera şehîdên xwe bi bîr tînin û êşa xwe bi we re parve dikin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin."

Dûre hevalê şehîd rojnemevana Çira TV Zinar Cefer got: "Mirov çiqas behsa şehîdan bike nikare mafê wan bide. Em wek rêhevalên şehîdan, me soz daye armancên wan pêk bînin û şopdarê rêya wan bin.".

(fk/fr)

ANHA