Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand

Meclîsa Wêjeyê ya Kantona Cizîrê li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo û gotûbêjkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, komcivînek li dar xist.

Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
Meclîsa Wêjeyê komploya navnetewî û Manîfestoya Rêber Apo nirxand
13 cotmeh, 2025   19:08
QAMIŞLO

Meclîsa Wêjeyê ya Kantona Cizîrê bi sernavê “Em Dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikin” komcivînek li dar xist. Civîn li Pirtûkxaneya Şilêr Caffê ya li naverasta bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rohilatê Sûriyê pêk hat. Komcivîn li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotûbêjkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. 

Di komcivînê de pankarta bi zimanê Erebî û Kurdî ya “Em Dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikin, Komcivîna Der barê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotûbêjkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” û wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin.

Di navbera 1-3’ê Cotmehê de Meclîsa Wêjeyê, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 30 endamên ji Yekîtiya Rewşenbîran, Meclîsa Jinan a Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), saziyên lêkolînê, Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan, endamên Dîwana Wêjeyê, mamosteyên Zanîngeha Rojava, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîran re şandin. Ji bo bixwînin û beşdarî komcivînê bibin.

Kesayetên ku Manîfesto xwendine beşdarî komcivînê bûn. Komcivîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Endamê Dîwana Wêjeyê Silêman Mehmûd komcivîn bi rê ve bir û naveroka komcivînê vegot. Di civînê de sedem û dîroka komploya navnetewî, berxwedana Rêber Apo û gel a 27 salan a li dijî komployê hatiye meşandin, têkoşîna Rêber Apo ji bo azadiya jinê, girêdana di navbera siyaset û wêjeyê de, şerê taybet ê bi wêjeyê tê meşandin, nirxandinên Rêber Apo li ser wêjeyê û girîngiya wêjeya Kurdî, rolê wêjeyê di şoreşê de hatin nîqaşkirin. 

Jinên beşdar bûne diyar kir ku pêwîst e ji her kesî zêdetir jin pênûsa xwe ji bo azadiya Rêber Apo bikar bînin, ji ber ku Rêber Apo xwedî li azadiya jinê derket û jin deyndarê wî ne. di heman demê de hat gotin ku komploya li dijî Rêber Apo li dijî tevayî civakan e.  

Di beşa duyemîn a komcivînê de jî Manîfesto hat nîqaşkirin.

Beşdarvanan “Beşa 1’emîn (Xweza û Wate) û Beşa 2’emîn (Xwezaya Civakî û Pirsgirêka Çêbûna Mirov) a Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” nîqaş kirin.

Beşdaran nîqaş kir ku her mijarek di Manîfestoyê de (mîtolojî, fikrê mîmetîk, zanista jin, aştî, guhertin û veguhertina hêzan û enerjiyê) bi çavê wêjeyê, bi zimanê wêjeyî bên lêkolînkirin û sûdê jê bigirin. Dikarin di wêjeyê de kîna li dijî gelan xistine mejiyê gelan biguherin. Li Rojhilata Navîn girîngiya û pêwîstiya aştî û civaka demokratîk, bingehên sereke ji bo avabûna civaka demokratîk in, hatin nîqaşkirin.

(fr)

ANHA