Li Şehbayê 2 zarok hatin revandin

Komeke çekdarên rûgirtî 2 zarok ji gundê Nêrebiyê yê Şehbayê revandin.

Li Şehbayê 2 zarok hatin revandin
13 cotmeh, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê yê herêma Şehba ya bakurê Helebê revandin. Bûyerên bi vê rengî û tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de dewam dikin.

Rêxistinê destnîşan kir ku ev sûc derdora seat 11.00 sibehê (13 Cotmeh 2025) pêk hat. Komeke çekdarên rûgirtî bi erebeyekê derbasî gund bûn û ew her du zarokan ji pêş mala wan revandin. Şêniyên gund got wan nikarî nasnameya aliyê ev sûc kiriye diyar bikira.

Li gorî rêxistinê navên her du zarokan wiha ne: Hêlîn Hisên Elûş (15) û Reyan Îdan Gedro (13).

Rêxitinê aşkera kir ku aqûbera her du keçan hîna ne diyar e. Malbatên her du keçan bang li aliyên eleqedar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez destwerdanê bikin ku aqûbeta wan bê diyarkirin û bi sax vegerin mala xwe.

Li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê heye û sûcên bi ajoyên taîfî, rewşên revandina jinan û jinên temenbiçûk didomin. Li beramber van sûcan hesabxwestin û qanûn tune ye.

(ac/fr)

ANHA