Elewiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rawestandina êrişan kir

Elewiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza rawestandina tevahî êriş û komkujiyên ku li dijî bajarên peravê û Humsê pêk hatine, kir û got divê tevahî girtî û revandî werin berdan.

Elewiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rawestandina êrişan kir
26 mijdar, 2025   13:43
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên ji pêkhateya Elewî li pêş Nivîsgeha Elewiyan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên li dijî xelkê peravê û Humsê daxuyaniyek da.

Hevserokê Nivîsgeha Koçberên Peravê Hatim Şahîn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tevahî êriş û komkujiyên li dijî Elewiyên li bajarên peravê û bajarê Humsê hat kirin.

Di daxuyaniya Elewiyan de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin li dijî hemû kesan, bi taybet jin û zarokan pêk tên û bang kir ku divê tevahî girtî û revandî demildest werin berdan û sûcdarên werin darizandin.

Elewiyan bang li tevahî dewletên Ereban, NY, dewletên ewropî û raya giştî kir ku zextê li hikumeta veguhêz bikin ku van sûcan bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de Elewiyan got daxwaza wan avakirina Sûriyeyeke federal-nenavendî ye ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî werin mîsogerkirin.

(fr)

ANHA