Li Qamişlo û Kobanê Roja Astengdaran hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Astengdaran li Kobanê û Qamişloyê şahî hatin lidarxistin.

3 kanûn, 2025   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran, 14 rêxistin û saziyên sivîl ên civakî, bi boneya Roja Astendaran a Cîhanê şahî li Qamişloyê û Kobanê li dar xistin.

Şahiya li Qamişloyê bi amadebûna nûnerên sazî, rêxistin û dezgehên sivîl ên civakî û malbatên zarokên astengdar li Parka Azadî li dar ket. Di şahiyê de pêşangehek hat vekirin û zarokên astengdar destkariyên xwe pêşandan.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Zehra Semo ev roj li zarokan û kesên amade pîroz kir, her wiha bal kişand ser girîngiya hişyariya civakê ji bo mafên kesên astengdar.  

Koma Orkestra û koma Mamoste Zekeriya ya ji bajarê Amûdê stran gotin û Navenda Henîn jî şanoyek pêşkêş kir. Paşê zarokê astengdar Hesen Hesen çîrokek xwend.

Di dawiya şahiyê de sînevîzyon li ser jiyana zarokên astengdar û serpêhatiyên wan ên serkeftinê hatin nîşandan.

Li Kobanê jî şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Ofîsa Astengdaran a Kantona Firatê Dîlber Elûş axivî û ev roj li hemû kesên hazir û astengdaran pîroz kir.

Hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî jî diyar kir ku astengdar xwedî vîn û bawiya herî xurt in û wiha got: "Em vê rojê li hemû kesên astengdar pîroz dikin. Divê kesên astengdar hêvî û vîna xwe xurttir bikin."

Pişte ji aliyê kesên astengdar ve stran, şano û helbest hatin pêşkêşkirin û govend hat gerandin.

ANHA

Qamişlo

Kobanê