Dewriyeya hêzên NY`ê li başûrê Şamê geriya

Dewriyeke hêzên Neteweyên Yekbûyî li çend deverên başûrê Şamê gerek pêk anî. Dema dewriye digeriya, balafirên Îsraîlê jî li ser herêmê firiyan.

 Dewriyeya hêzên NY`ê li başûrê Şamê geriya
3 kanûn, 2025   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro dewriyeyeke UNDOF`ê li hin deverên başûrê Sûriyeyê geriya. Dewriye ji bajarokê Sasa ber bi Bêt Cin a li rojavayê Şamê ve çû. Dewriye hîna li herêmê ye.

Tevgera dewriyeyê çend roj piştî operasyona Îsraîlê ya li bajarokê Bêt Cin ê Şamê pêk hat. Di operasyona Îsraîlê de 13 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bûbûn.

UNDOF hêzeke çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di sala 1974`an de ji bo şopandina pêkanîna peymana veqetînê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de piştî Şerê Cotmehê hatiye damezirandin. Erka wê çavdêriya agirbestê û çavdêriya herêma tampon a li Girên Colanê ye.