Di hefteyekê de 3 hewldanên qaçaxtiya hişbirê ber bi Urdinê ve hatin têkbirin
Artêşa Urdinê ragihand ku di kêmtirî hefteyekê de 3 caran hewldana qaçaxtiya hişbirê ji Sûriyeyê ber bi Urdinê ve têk kirin.
Artêşa Urdinê bi hevkariya saziyên ewlehiyê û rêveberiya têkoşîna dijî hişbirê li herêma leşkerî ya rojhilatê welat ji saetên berbanga îro hewldanên derbasbûna qaçaxiyan şopandin. Her wiha komên ku rewşa hewayê ya bêîstîqrar derfet girt hewl da ji Sûriyeyê derbasî Urdinê bibin.
Artêşê da zanîn ku hêzên parastina sînor ên Urdinê ew hewldan têk bir, pevçûn di navbera wê û koman de, derke. Di encamê de qaçaxçiyek hat kuştin û yên din vekişiyan, her wiha hişbirê ku bi wan re bû hat desteserkirin.
Artêşê diyar kir ku herî zêde ji çolistana di navbera Sûriye û Urdinê de, anku herêma rojhilatê Urdinê, hewldana qaçaxtiya hişbirê tê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja înê hewldaneke qaçaxtiya hişbirê bi rêya balafirên bêmirov hat têkbirin. Roja berî wê jî bi heman rêyê û li heman deverê hewldana qaçaxtiyê hat têkbirin.
(mh/fr)