Li Qamişlo şevbuherk

Girêdayî TEV-ÇAND’ê li Mala Çand û Huner ya Qidûrbeg a bajarê Qamişlo şevbuherkek li dar ket.

Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
Li Qamişlo şevbuherk
11 cotmeh, 2024   22:36
QAMIŞLO

Girêdayî TEV-ÇAND’ê li Mala Çand û Huner ya Qidûrbeg a bajarê Qamişlo bi armanca li vegera çanda dengbêjî û klamên resen yên çandî, di 16’ê meha Tebaxê de (2024) her serê du hefteyan carekê şevbuherkan li dar dixe. 

Vê hefteyê jî di çarçoveya şevbuherka xeleka 5’emîn de dengbêjên Kurd û Ereb kilamên xwe pêşkêş kirin. Şevbuherk bi tevlêbûna şêniyên Qamişlo û hin mêvanên ku ji bajarê din hatibûn dest pê kir.

Piştî ku Rêveberê Mala Çand û Hunerê ya Qidûrbeg Ridwan Mihemed Hesen bi xêrhatina mêvanan kir, bernameya şevbuherkê dest pê kir. 

Dengbêj Eymen Yusiv û Îbrahîm Osê bi zimanê Kurdî, (zaravayê Kurmancî) dengbêj Orhan Fuad û Mihemed Abdullah Feyaz jî bi zimanê Erebî kilamên xwe pêşkêş kirin. Di çarçoveya bernameya şevbuherkê de pêşbirka pirsên hunerî hat çêkirin û bi klamên dengbêjan şevbuherk heya derengê şevê berdewam kir. (bm)

ANHA