Şêniyên Şehbayê 4 şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şehîdên ku di topbaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û şervanekî HRE'yê oxir kirin.

11 cotmeh, 2024   21:36
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji bo oxirkirina şehîdên Berxwdana Serdemê Mazlûm Entab, Zelal Efrîn û Alaf Murad li goristana şehîd Sozdar Amanos kom bûn. Hersê şehîd di hedefgirtina erebeya wan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 9'ê Cotmehê de, şehîd bûn.

Her wiha şêniyan şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Zindan Efrîn (Hemîd Elo) jî oxir kir.

Di serî de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê di şexsê 4 şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn piştre li ser kesayetên wan axivî.

Ferhan Kobanê soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan nû kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di salvegera wê ya 26'emîn de şermezar kir û teqezî bi domandina têkoşîn û berxwedanê da.

Endamê Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Hesen Bilko jî soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê nû kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin, piştre şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.

(mh)