Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de şanoya "Hêvî" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşkêşkirin.

Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girêdana bi xakê ve hat pêşkêşkirin
11 cotmeh, 2024   22:40
QAMIŞLO

Şanoya "Hêvî" li ser girêdana koçberên ku bi darê zorê hatibe koçberkirin bi xakê ve ye.

Şano ji aliyê şanogerên Koma Dibistana Şanoyê ve hat pêşkêşkirin. Her wiha gelek helbestvanan helbestên li ser koçberî, zilm û zorî, girêdana bi xakê ve û rewşa bajaran berî dagirkirinê xwendin.

Her wiha komên hunerî stranên ji folklora bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî gotin.

Desteya Çandê û Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê berî çend rojan vexwndina ji bo vê çalakiya di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, belav kir. Di çalakiyê de şênî bi rêjeyeke baş tev lê bûn.

Di serî de ji aliyê cîgirê hevseroketiya Desteya Çandê ya kantonê Sayil El Muxlif û bi navê hevseroketiya Yekitiya Rewşenbîran a kantonê peyam hatin xwendin.

Di peyaman de teqezî bi berxwedanê heta bidawîkirina dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî hat dayîn.

(mh)

ANHA