Rêber Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji malbatên şehîdan re şand

Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî malbatên şehîdên Tevgera Azadiyê re peyama sersaxiyê şand û got: ‘‘Ji bo pêdiviyeke layiqbûna bîranîna yên di vê rêyê de şehîd bûne, divê em demildest bingeha şer û pevçûnê veguherînin aştiyeke birûmet.‘‘

Rêber Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji malbatên şehîdan re şand
14 îlon, 2026   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ji hemû malbatên şehîdên Tevgera Azadiyê re peyama sersaxiyê şand.

Peyama sersaxiyê ya Rêber Abdullah Ocalan wiha ye:

 “Şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim

Em hemû xebatên xwe yên di rêya avakirina Komara Demokratîk û civaka demokratîk de, diyarî şehîdên xwe yên di vê têkoşînê de jiyana xwe feda kirine, dikin.

Xwedîderketina keda wan berpirsiyariya herî mezin a rêya ku em tê de dimeşine.

Xebatên ji bo aştiyê yên bîrdozî, pêngava aştiyê, pêdiviya rêzdariya mezin a ji bo bîranîna wan û girêdana wan e.

Ev keda hatiye nîşandan, ji bo jiyandina bîrananîna wan û bêbersiv nehiştina fedakariya wan a bêyî bendewarî ye.

Ji bo pêdiviyeke layiqbûna bîranîna yên di vê rêyê de şehîd bûne, divê em demildest bingeha şer û pevçûnê veguherînin aştiyeke birûmet.

Li ber bîranîna hemû şehîdan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim, carek din dubare dikin dê têkoşîna wan û rêgezên wan bidin jiyîn.

Li gel ragihandina sersaxî û xemginiya xwe ya mezin a ji hemû malbatan, ji bo nifşên ji îro şûnde, dubare dikim ku dê xebatên me bêyî sekinandin, bi biryardarî berdewam bikin.

Abullah Ocalan

13‘ê Îlona 2026‘an

Îmrali."