Çekdaran 2 bira kuştin

Li gundewarê Humsê 2 birayan dema di nava erdên çadiniyê de dixebitin, di êrişa çekdarên nenas de hatin kuştin.

Çekdaran 2 bira kuştin
14 îlon, 2026   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Diyabiyê yê herêma Qisêr a Humsê 2 birayan dema li nava erdên xwe yên çandiniyê de kar dikirin, bi guleyên çekdarên nenas hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), heta niha nasnameyên êrişkaran an jî sedemên êrişê nehatine diyarkirin.

(f)