Li Qahîreyê xurtkirina hevkariya Kurd û Ereban nîqaş kirin

Li paytexta Misrê Qahîreyê di panelekê de xurtkirina hevkariya Kurd û Ereban nîqaş kirin.

Li Qahîreyê xurtkirina hevkariya Kurd û Ereban nîqaş kirin
13 tîrmeh, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qahîreyê rêxistina Dar Nefertîtî a Weşan û Lêkolînan panelek bi sernavê “Rêveberiya pirreng û hevjiyan; ji zehmetiyê ber bi derfetan ve” organîze kir. Akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîr tev li panelê bûn. Di panelê de li ser rê û rêbazên rêveberiya pirrengî ya çandî û civakî li Rojhilata Navîn û xurtkirina hevkariya pêkhateyên herêmê, nirxandin.

Di panelê de Dr. Basim Kamil, Dr. Xada Cabir, Leyla Mûsa û Dr. Tah Elî axivîn.

Di destpêke de sekreterê giştî yê Partiya Misrî ya Demokratîk û civakî Dr. Basim Kamil axivî. Di axaftina xwe de behsa pirrengiya çandî, ziman û civakî ya Rojhilata Navîn û zehmtiyên tê re derbas dibin, kir.  Her wiha bal kişand ser rolê saziyên perwerde û fêrkirine û ragihandinê di rêvebirina pirreng de.

Piştî wê nivîskar û lêkolîner Dr. Xada Cabir li ser feraseta hemwelatîbûnê û hevkariya civakî kir. Diyar kir ku di têkiliyên civakî yên pêkateyan de bawerî gelekî girînge û got divê mînaka modêlên serkeftî yên hevgirtina civakî were dayîn.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Mûsa jî axivî û behsa tecrubeya Kurdan a parastina nasnameya çandî û ziman ya pêkhateyan kir. Leyla Mûsa her wiha behsa rola gelê Kurd di piştgirîdayîna aramiya civakî û xurtkirina têkiliya Kurd û Ereban kir.

Di panelê de her wiha gerînendeyê Şebekeya Navneteweyî ya Lêkolînan û Çapemeniyê Dr. Taha Elî jî axivî.

Di dawiya panelê de encamnameyek hat xwendin. Di encamnameyê de bal kişandin ser tecrubeya hevjiyana Kurd-Ereban û gotin modeleke dîrokî ye, divê piştgiriya wê were kirin û aliyê siyasî, civakî û çandî de bi pêş bixin. Her wiha dan zanîn ku pirrengiya çandî û civakî ne parçebûyîn e.

Hate diyarkirin ku divê piştgiriyê bidin însiyatîfên çandî û çepemeniyê yên diyalokê navbera pêkhateyan xurt dike. Di insiyatîfên avakirina bawerî de rolê bidin jin û ciwanan, piştgiriya projeyên çandî û hunerî bikin. Di dawiyê de anîn ziman ku şebekeyeke ji lêkolîner, rojnamevan û yên girîngiyê didin pirrengî, hevjiyana azad ava bikin û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin.

(np)