Ciwanên Til Hemîs û Holê berê xwe didin Lubnanê

Ciwanên gund û bajarokên Til Hemîs û Holê yên dikevin rojhilat û başûrê Hesekê bi hejmareke mezin berê xwe didin Lubnanê.

Ciwanên Til Hemîs û Holê berê xwe didin Lubnanê
13 tîrmeh, 2026   10:25
HESEKÊ

Li bajarokê Til Hemîs û Holê gelek ciwan koçberî Lubnanê dibin. Li gorî çavkaniyên herêmî ev çende mehe diyardeya bêkariyê li wan herêman zêde bûye û êdî şênî nikarin debara jiyana xwe bikin.

Li gorî şêniyên wê herêmî ew bêkar in, xizmetguzarî nîn e, ava vexwarinê û elektirîk li ser hev qut dibe, di aliyê tenduristî de jî kesek bi wan re nabe alîkar. Her wiha madeyên sotemeniyê, kel û pel gelekî buha bûne. Ji ber vê yekê bi hejmareke zêde ji şêniyên wê herêmê û bi taybet ciwan ji bo kar berê xwe didin Lubnanê.

(np)

ANHA