Li Qahîreyê têkildarî nirxandina Rêber Apo ya ji doza Ermeniyan re panel

Bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan, li paytexta Misirê Qahîreyê têkildarî nirxandina Rêber Abdullah Ocalan ji doza Ermeniyan re panelek hat lidarxistin.

Li Qahîreyê têkildarî nirxandina Rêber Apo ya ji doza Ermeniyan re panel
26 nîsan, 2025   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 110’an a qirkirina Ermeniyan, Desteya Niştîmanî ya Ermenî li Misirê bi sernavê" Doza Ermenî di ramanê Ocalan de" panelek organîze kir. Di panelê de rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar amade bûn. Dr. Mihemed Rifet El Îmam û Kerem Seîd panel bi rê ve bir.

Beşdaran pesna fikra Rêber Abdullah Ocalan a bi banga jiyana hevbeş û beşxandinê da û wekî yek ji bavên damezrîner ên çanda beşxandin û demokrasiyê bi nav kir.

Serokê desteyê Ermen Mazlûmiyan diyar kir ku lidarxistina panelê di vê demê de û rewşên ku herêm tê re derbas dibin girîng e. Her wiha qurbaniyên Ermenî hatin bibîranîn û rewşa Kurdan hat bibîrxistin.

Li aliyekî din jî rêvebirê panelê û pisporê siyasî Kerem Seîd got li kêlek dema girîng û hestiyar a lidarxistina panelê, "Em di rojên salvegera komkujiya Ermeniyan de bi destê Osmaniyan de ne û li ser asta Kurdan jî bi banga aştî ya ku birêz Abdullah Ocalan kiriye re rewşa Kurdan tê guhertin."

Her wiha Dr. Rifet El Îmam bi ramyarekî mirovî ya çepgir bi nav kir ku wî qirkirina Ermeniyan ji aliyê çandî û şaristanî ve girt dest.

Her wiha El Îmam li ser şîrovekirina Rêber Abdullah Ocalan a li ser sedemên qirkirinê, di nav de pevçûna di navbera nasnameyên olî û rola neyênî ya siyasetên "parçe bike û bi rê ve bibe ", axivî.

Di dawiyê de Kerem Seîd diyar kir ku tiştên Ermenî û Kurdan li hev kom dike ji tiştên wan cuda dike zêdetir in û got Rêber Abdullah Ocalan yek ji bangaxwazên aştiyê li Rojhilata Navîn e.

(fr)

ANHA