Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn

Xelkê kantonên Tebqa û Dêrazorê şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan nû kir.

Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê li Tebqa û Dêrazorê hatin bibîranîn
26 nîsan, 2025   16:58
TEBQA

Bi boneya Roja Şehîdan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Tebqayê ji bo Şehîdên Komkujiya Qereçox û şehîdên meha Nîsanê li goristana şehîdan a Tebqayê merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, xelkê herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste , meclsiên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Di merasîmê de mûm hatin pêxistin û dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqa Mehmûd El Sayil axivî û got: "Em di vê rojê de şehîdên xwe yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li çiyayê Qereçoxê di 25’ê Nîsana 2017’an şehîd bûne, bi bîr tînin."

El Sayil soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan dubare kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa Menan Çawîş axivî û got: "Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Van bi canê xwe parastina rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir."

Çawîş soz da dayik û bavên şehîdan ku wê fedakariyên zarokên wan di bîra her azadîxwazekî de nemir bimînin.

Paşê sînevîzyonek li ser şehîdên Qereçox û şehîdên meha Nîsanê hat pêşkêşkirin.

DÊRAZOR

Girêdayî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê li hola Meclisa Rêveber a li herêma Meamil a kantonê salvegera şehîdên komkujiya Qereçoxê bi bîr anî. Di merasîma bîranînê de endamên sazî, desteyên Meclisa Rêveber û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê amade bûn.

Dûre endama Akademiya Civaka Demokratîk a kantona Dêrazorê Bihar Azar Cava axivî û got: "Komkujiya çiyayê Qereçox ne ya destpêkê ne jî ya dawî ye di dîroka şoreşa azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi taybet û Sûriyeyê bi giştî."

Her wiha wêneyên şehîdan hatin pêşkêşkirin û helbestên li ser şehîdan hatin xwendin.

Di dawiyê de mûm hatin pêxistin û diruşmên "Şehîd namirin" hatin gotin.

(fr)

ANHA