Li Qada Berxwedanê 14 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 çeper, 3 kamera û radarek hatin îmhakirin. Derb li 5 çeper û 2 konteyniran hate xistin.

Li Qada Berxwedanê 14 dagirker hatin cezakirin
12 ÇILE 2024   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagrikeriyê daxuyaniyek weşand. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Metînayê;

9'ê Çileyê saet di 12:45'an û 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11'ê Çileyê saet di 10:00 û 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10'ê Çileyê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

10'ê Çileyê saet di navbera 10:50 û 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Çileyê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Çileyê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkeran bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiyeke serdegirtinê ya ji sê baskan ve hate lidarxistin.

 Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk û sekvaniyê li dagirkeran xist. Baskên duyemîn û sêyemîn ên çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyan ji nêz ve li çeper û 2 konteynirên dagirkeran xistin. Hêzên me taktîkên serdegirtin û sekvaniyê bi rengekî profesyonel di nava hev de bi cih anîn, bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dagirkeran ve çûn û 11 dagirker ceza kirin, 4 çeper, 3 sîstemên kamera yên mobesse û sîstemeke radarê bi temamî îmha kirin û derb li 2 konteyniran xistin.

Artêşa dewleta Tirk a mêtinger, di vê çalakiya serketî ya gerîlayên azadiyê yên gelê me de derbeke giran xwar. Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku rastiyan ji raya giştî vedişêre, diyar kir ku di vê çalakiyê de tenê leşkerekî wan hatiye kuştin, lê navê 10 dagirkerên din ên hatin cezakirin, eşkere nekir.

Li Herêma Xakurkê;

10'ê Çileyê saet di 16:30'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11'ê Çileyê saet di 16:00 de li Girê Şehîd Kamûran destpêkê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, piştre jî saet di 16:15'an de bi çalakiya koordîneyî ya gerîla derb li dagirkeran hate xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li du çeperên dagirkeran xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encama vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin 2 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

8'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

9, 10 û 11'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Dergelê, Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Bahar û Girê Cûdî 4 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 6 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 7 û 10'ê Çileyê de li Zapê êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hewl da tunelan bi kepçeyan hilweşîne.