Li Kobanê merasîma sersaxiyê ya şehîd Egîd Kobanê
Şêniyên kantona Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Şahîn Egîd ku li gundê Xorxorî yê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Egîd re xwest.
Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê û endamên saziyan berê xwe da gundê Xorxorî yê Kobanê û sersaxî da malbata şehîd Egîd Kobanê (Sefqan Milhî).
Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce wiha axivî: “Bi berwedana şehîdên me, em bi pêş ketin û me azadiya xwe nas kir. Şehîdên me berxwedan ji bo gelê xwe kir û canê xwe ji bo gelê xwe kirin feda. Em jî soz didin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê her tim têkoşînê mezin bikin.”
Ehmed Xoce di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin, em ê xwîna wan li erdê nehêlin.”
Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin" bi dawî bû.
(sş)