Li pira Qereqozaqê çeteyan derbên giran xwarin, panzêrek hat îmhakirin

Şervanên QSD û YPJˊê diyar kir ku dema çeteyên hikumeta demkî ji aliyê pira Qereqozaqê ve xwestin derbas bibin derbeyên giran xwarin, panzêrek îmha kir.

Li pira Qereqozaqê çeteyan derbên giran xwarin, panzêrek hat îmhakirin
20 ÇILE, 2026   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişên dijwar pêk tînin û xwestin di aliyê pira Qereqozaqê ve derbasî vî alî bibin.

مشاهد تكشف خسائر مرتزقة الحكومة المؤقتة خلال هجماتها على روج أفا

Navendê da zanîn ku di bersivdana êrişên çeteyan de gelek panzêr û wesayîtên zirxî hatin îmhakirin.

Navendê dîmena ku Yekîneyên Şehîd Harûn a Hewayî dema panzêrê îmha dikin parve kir.

(fr)