Li pêşangeha şêwekariyê; vegotina êş û çareseriyê

Di pêşangeha şêwekariyê de du şêwekaran bi berhema xwe bal kişandin ser fikra Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirkên civakê û koçberiya ji neçarî ya xelkê herêmê ji mala xwe.

Li pêşangeha şêwekariyê; vegotina êş û çareseriyê
23 kanûn, 2025   11:29
QAMIŞLO

Di şopandina me ya ji Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya ku li ser asta Kantona Cizîrê re li bajarê Qamişlo hatiye vekirin re di nava 71 tabloyan de, 2 tablo bala me kişandin. 

Yek ji wan tabloyan a Şêwekar Egîd Çiyabaz e. Egîd Çiyabaz di tabloya xwe de herikîn û guherîna jiyan û zindiyan di nava demê de nîşan daye. Bi rengên cuda yên li ser tabloyê jî hebûna hemû cureyên zindiyan hatiye vegotin. Bi hatina însan û çêbûna hinek çandan bêhevsengiyek derketiye holê û desthildarî çêbûye. Egîd Çiyabaz dara Çinarê bi jinê daye temsîlkirin, ji bo ku hevsengî bê avakirin jî, fikra Rêber Abdullah Ocalan di tabloyê de hatiye esasgirtin, bi çavê jin, herikîna çem û çanda dayikê hatiye destnîşankirin.

Tabloya din jî ya Şêwekar Hebîb Ebdulqadir e. Şêwekar bi tabloya xwe bal kişandiye ser koçberiyê û hestên zarokek ku bi darê zorê ji mala wê hatiye derxistin neqişandiye.

Hebîb Ebdulqadir di xebata xwe de zarokeke keç ku di destê wê de kilîta mala wê heye xêz kiriye, xwestiye bi neqişandina tabloya xwe bal bikşîne ser ku zarok weke sembola bêgunehiyê nîşan bide. Bi vî awayî navê tabloya xwe kiriye “Sûcê min nîne ku min dest ji mala xwe berda” ye.

Pêşangeh îro (23 Kanûn) di roja xwe ya dawî de tê girtin.

(sb)

ANHA