Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewşa aramî û hişyariyê

Li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku duh ji hêla komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve rastî êrişên dijwar ên bi tank, roketavêj û topên giran hatin, îro sibê rewşeke aramî û hişyariyê heye.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewşa aramî û hişyariyê
23 kanûn, 2025   11:28
HELEB

Duh komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişeke berfireh li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anî. Êriş piştî civîna çapemeniyê ya hevbeş a wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî û wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêk hat. 

Şandeyeke Tirkiyeyê ku ji Hakan Fîdan, wezîrê parastinê Yaşar Guler û serokê îstîxbarata Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalın pêk dihat, duh serdana Şamê kiribû.

Di êrişan de taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benîzêd rastî topbaraneke dijwar hatin, di encamê de jinek şehîd bû û 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê bersiv da çavkaniyên êrişan û êrişên li derdora her du taxan têk birin.

Rêvebera giştî ya Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Axîn Nûvan bi daxuyaniykê diyar kir ku ew dikarin şêniyan biparêzin. Axînê da zanîn ku ew şer naxwazin û dibînin ku ev alozî ne di berjewendiya kesî de ye. Axînê destnîşan kir ku niha hewldanên meydanî û siyasî ji bo rawestandina pevçûnan û pêşîgirtina li belavbûna wan hene.

Êrişê saet di 17:40’an de dest pê kir. Saet di 23:15`an de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan ferman daye hêzên xwe ku li gorî hewldanên berdewam ên kêmkirina aloziyê, bersiva êrişên komên çekdar rawestînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî îdiayên dezgehên medyayê yên girêdayî hikumeta veguhêz ên têkildarî bombebarankirina Nexweşxaneya El Razî a Helebê red kirin û diyar kir ku armanca van nûçeyan ew e ku rastiyê berevajî bikin.

Ji bo piştgiriya her du taxan, bi hezaran şêniyên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li meşên girseyî bûn û piştgiriya xwe ji bo gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan da.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rasterast dibin sedema afirandina kaosê û bêaramiya herêmê.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev êriş tenê xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin û pratîkên rejîma Baasê tînin bîra mirovan. Rêveberiyê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em, bi hikumeta demkî wek berpirsyarê van êrişan dibînin.”

(k)