Li peravên Yewnanistanê 22 penaber mirin

22 penaber li peravên Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Ajansa Parastina Sînor û Peravên Ewropayê 26 kes li nêzî girava Grîtê rizgar kirin.

Li peravên Yewnanistanê 22 penaber mirin
28 adar, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre penaberên rizgarbûyî û yekîneyên parastina peravên Yewnanistanê, 22 penaber piştî 6 rojan li ser qeyikeke plastîk man, li nêzî peravên Yewnanistanê di deryayê de xeniqîn.

Ajansa Parastina Sînor û Peravên Ewropayê (Frontex) 26 kes li nêzî girava Grîtê rizgar kirin û ji bo dermankirinê birin cihekî ewle.

(bb)