Baregeha El Tenef hat bombebarankirin

Baregeha El Tenef a li çola Sûriyeyê û xwedî cihekî stratejîk e, ji aliyê balafirên bêmirov hat bombebarankirin.

Baregeha El Tenef hat bombebarankirin
28 adar, 2026   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha El Tenef ji aliyê balafirên bêmirov hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 11`ê Sibatê xwe jê kişandibû û derbasî Urdunê bûbûn.

Baregeha El Tenef xwedî cihekî stratejîk e ku dikeve sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê.

Li gorî Navenda Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên Koalîsyonê Navneteweyî baregeha El Tenef radestî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê kiriye û Firqeya 54’an li baregehê û derdora wê bi cih bûye.