Di êrişa Ukraynayê de zarokek hat kuştin, 3 kes birîndar bûn

Di êrişa bi dronên Ukraynayê ya li ser Yaroslavl ê Rûsyayê de zarokek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Di êrişa Ukraynayê de zarokek hat kuştin, 3 kes birîndar bûn
28 adar, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Yaroslavl a li bakurê rojhilatê Moskovê, Mikhail Yevrayev da zanîn ku di êrîşa bi dronên Ukraynayê de zarokek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn, zirarên madî jî li mal û milkan bûn.

Yevrayev ev agahî li ser Telegramê parve kiriye, "Zarokê hatî kuştin dema êrişê li gundewarên Yaroslavê di malekê de bû. Dê û bavê wî, jinek li nêzî mala wan bû, bi giranî birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneyan têne dermankirin."

(bb)