Li peravên Yewnanistanê 15 penaber mirin

Li peravên girava Chios a Yewnanistanê qeyîka penaberan li qeyîka parêzvanên peravê qelibî, di encamê de 15 kes mirin.

Li peravên Yewnanistanê 15 penaber mirin
4 sibat, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvanên peravên Yewnanistanê duh ragihand li Deryaya Egeyê li peravên girava Chios qeyîka lastîk a penaberan li qeyîka parêzvanên peravê qelibî, di encamê de 15 penaber hatin kuştin.

Berpirsên parastina peravan diyar kir ku wan "qeyîk dît ku ber bi Chiosê ya nêzî peravên Tirkiyeyê ve diçû, ji kesên li ser qeyîkê xwest ku paşve vegerin.”

Her wiha anî ziman ku qaçaxçiyên ku qeyîk diajot ber bi qeyîka parêzvanên peravê ve manewra kir û li qeyîka wan qelibî.

Hate diyarkirin ku tîmên rizgariyê 25 penaber rizgar kirine.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê dewam dikin. Tê texmînkirin ku di navbera nêzî 35 kes di qeyîkê de bûne.

 Di bûyerê de 2 endamên parastina peravê jî birîndar bûn. Heya niha nasnameyên penaberan nehatine zanîn.

(b)