Li Hema û Laziqiyê bi dehan karmend ji kar hatin derxistin

Şîrketa elektrîkê li Hema û Laziqiyê bi dehan karmend ên ku di karê xwe de xwedî tecrube bûn, bêyî ku sedemekê diyar bike, ji kar derxistin.

Li Hema û Laziqiyê bi dehan karmend ji kar hatin derxistin
4 sibat, 2026   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Elektrîkê ku girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ye, li bajarê El Selemiyê yê Hemayê 15 karmendên di şîrketa elektirîkê de dixebitîn, ji kar derxistin. Ev karmend Îsmaîlî ne û bi salan di saziya elektrîkê ya bajarê El Selemiyê de dixebitîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev karmend bêyî ku sedem were diyarkirin, ji kar derxistine.

Her wiha SOHR’ê diyar kir ku li Laziqiyê jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê karmendên ev bûye 20 sal li Gerînendetiya Elektrîkê ya Laziqiyê de dixebitîn, ji kar derxistin.

Li gorî agahiyên SOHR’ê, di saetên dereng ên şevê de agahî dane karmendan ku ji kar hatine derxistin û sedemên vê yekê diyar nekirine, yan jî daxuyanî nehatiye dayîn.

Karmend li hemû bajarên Sûriyeyê bêyî ku sedem were diyarkirin ji kar têne derxistin û gel li hemberî vê yekê gelekî aciz bûye. Tê payîn ku roja înê piştî nimêja înê gel li bajarê Şam, Hums, Hema, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Dera, Idlib, Dêrazor û Reqayê li hemberî derxistina karmandan a ji kar, protestoyan li dar bixe.

(np)