Li peravên Malezyayê erd hejiya

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li peravên Sabah ên Malezyayê erdhejek bi hêza 7.1 qewimî.

Li peravên Malezyayê erd hejiya
23 sibat, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, îro serê sibê erdhejek bi pileya 7.1 li peravên eyaleta Sabah a Malezyayê ya girava Borneo qewimî.

Enstîtuyê diyar kir erdhej kêmtir ji 100 kîlometreyan li bakurê rojhilatê bajarê Kota Kinabalu (paytexta eyaletê) û bi kûrahiya nêzîkî 619.8 kîlometreyan çêbû.

Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku ji ber erdhejê tu tsûnamî nayê hêvîkirin.

(bb)