Di rojekê de 12 bûyerên tevliheviyê 

Li Reqa, Dêrazor, Girê Spî û Humsê di rojekê de 12 bûyerên tevliheviya ewlehiyê çêbûne.

Di rojekê de 12 bûyerên tevliheviyê 
23 sibat, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di çend saetên dawîn de 12 bûyerên tevliheviyên ewlehiyê, êrişên çekdarî û teqînên mayinan rû dan.

Li bajarê Bisêra yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dijî benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de êriş pêk hat. Têkildarî encaman agahiyên piştrast nehatin bidestxistin. Li nêzî pira heman bajarî êriş li dijî bendeke din a hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî pêk hat. Der barê windahiyan de agahiyên piştrast bi dest neketin.

Hate ragihandin ku li êrişkarekî ku teqemenî li xwe pêçandibû, êrişî benda kontrolê ya Sebahiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kir. Hate zanîn ku di bûyerê de endamekî hêzên ewlekariyê yên hikumetê û êrişkar hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî dema motorsîklêt diajot li ser rêya gundê Taşbaş ê başûrê Girê Spî hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî Çerxerêya Delê jî ji ber nakokiyên kesayetê kesek bi demançeyê êriş kir. Agahiyên zêdetir nehatin zanîn.

Li gundewarên Humsê şêniyek ji bajarokê Sûsê yê Dêrazorê, di encama êrişa kesên nenas de li nêzî benda Merweha ya li ser rêya Şam-Tedmur hat kuştin. Li taxa Himêdiyê ya Humsê jî ciwanekî xiristiyan hat astengkirin û bi çekan gef lê hat xwarin.

Li Şamê, posterên bi nivîsa "nûnertiya me nakin" û wêneyên Wezîra Kar û Barên Civakî û Kar Hind Qebawat a hikumeta demkî û endamê Komîteya Hilbijartinê Newar Necme li ber çend dêran hatin daliqandin.

Li gundekî Meyadîn ê Dêrazorê zarokek ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû. Li gundê Ekîrşî yê rojhilatê Reqayê ji ber teqîna mayinekê zarokek birîndar bû. Li gundê Dibis ê Eyn Îsayê jî zarokekî din ji ber teqîna mayinekê bi giranî birîndar bû lingekî wî jê bû.

(bb)