Kampa Holê hat girtin û beşeke wê hat şewitandin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kampa Holê ya li başûrê Hesekê piştî derxistina niştecihên wê, girt. Dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin hin konên kampê hatine şewitandin.

Kampa Holê hat girtin û beşeke wê hat şewitandin
23 sibat, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wê kampa Holê li gundewarên Hesekê girtiye. Dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin ku di çend konên li kampê de agir derketiye.

Rêvebirê kampê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye destnîşankirin Fadî El Qasim diyar kir ku kamp “piştî temamkirina pêvajoya valakirinê" hatiye girtin. El Qasim behsa mekanîzmayên valakirinê û rêxistinên ku malbatan pêşwazî kirine, nekir.

Bi ragihandina girtina kampê re, dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin ku di çend kon û deverên di nav kampê de agir derketiye. Der barê sedema van de şewatan tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

(k)