Li paytexta Venûzûelayê teqîn

Hat ragihandin ku li Caracas, paytexta Venezûelayê, dengê teqîn û balafirên şer tê bihîstin.

Li paytexta Venûzûelayê teqîn
3 ÇILE, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê ragihand ku li Caracasê dengê teqîn û balafirên şer tê bihîstin. Reutersê diyar kir ku teqîn li nêzîkî baregeheke leşkerî ya mezin çêbûne. Piştî teqînan li herêmê elektrîk qut bûye. Hat destnîşankirin ku li deverên ku teqîn lê çêbûne, dûman bilind dibe.

Dengê balafirên şer li herêmê tê bihîstin û hat derpêşkirin ku êrişeke hewayî li dijî bendera Fort Tiuana hatiye kirin.

 Hat ragihandin ku piştî êrişan, balafirên şer ên hêzên hewayî yên Venezuelayê rabûne.

 Serokê DYA'yê Donald Trump, berê gef li Venezuelayê xwaribûn.