Rojevên îro yên rojnameyên erebî: Sûriye, Îran û Sûdanê

Rojnameyên erebî hişyarî da ezmûna li Afganistanê li Sûriyeyê jî dûbare bibe. DYA’yê hêvî dike ku xwepêşandanên li Îranê bibe destpêka buhara gelan. Metirsiyên parçebûna Sûdanê jî zêde dibin.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî: Sûriye, Îran û Sûdanê
3 ÇILE, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser zêdebûna tundrawiyê li Sûriyeyê, xwepêşandanên li Îranê û rewşa Sûdanê.

SÛRIYE LI SER ŞOPA "EZMÛNA AFGANÎ": GELO EW Ê JI MÎRATEYA TERORÎZMÊ RIZGAR BIBE?

Rojnameya Independent Arabia  cih da daxuyaniyên wezîrê çandê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku pesnê ezmûna Afganistanê da û wiha nivîsî ’’Sûriyayî hîn jî bi matmayîbûnê li ser daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê yên çend roj berê piştî hevdîtina wî bi hevpîşeyê xwe yê Afganî re nîqaş dikin. Wezîrê sûriyeyî ku pesnê ezmûna Afganî da û bi 'serkeftî' bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku ezmûna Afganî îdeal e, dikare îlham jê were girtin û li Sûriyeyê were pêkanîn.  "

Rojnameyê diyar kir ku "Sûriyeya nû, piştî hilweşîna rejîma berê, pir caran lez kir ku bi deh hezaran şervanên nû bêyî ku nasname û paşxaneyên wan ên berê binirxîne entegre bike, da ku bi kêmanî, piştrast bike ku tundûtûjiya tekfîrî nayê dubarekirin. DAIŞ ku li ser nexşeyê belav bûne û di çalakiyên komên şer ên din de beşdar bûne, hîn jî heman îdeolojiyên tundrew ên bingehîn parastiye."

Rojnameyê bal kişand ser faktorên li pişt têkçûna Sûriyeyê di tevlîbûna koalîsyona navneteweyî de û ev nirxandin kir "Xuya ye bi nebûna rêbertiyek yekgirtî û berdewamiya pergala parçebûyî ya hizbî ve girêdayî ne, ku tê de nirxandinên îdarî û olî/qanûnî yên serbixwe di ser armancên pêşîn ên leşkerî de ne. Ev yek bandorê li ser dîsîplîna giştî dike û reftarên nakok pêş dixe û armancên dawîn pêk nayîne.  Wekî dinî jî planeke rast ji bo nirxandina paşxaneyên şervanên heyî yên vê dawiyê beşek ji komên ku wekî rêxistinên terorîst hatine destnîşankirin tuneye. Faktorek din jî berfirehbûna pirsgirêkên mezhebî di nav welêt de be ye."

’WASHINGTON ÎŞARET BI ÎHTÎMALA BIHARA ÎRANÎ DIKE KU BIBE SEDEMA HILWEŞÎNA REJÎMÊ’

Rojnameya El Ereb cih da xwepêşandanên li Îranê  diyar kir ku "Xwepêşandanên ku li seranserê welêt belav bûne, dengvedana navneteweyî çêkir. Di serî de DYA’yê  wekî derfetek cidî ji bo destpêkirina "Bihara Îranê"  dibîne ku ya dişibihe "Bihara Erebî" ya deh salên borî ku bû sedema hilweşîna çend rejîman. Washington hêvî dike ku ev çarenûs bi serê Komara Îslamî de jî were."

’LI GEL DU HIKUMETAN METIRSIYÊN PARÇEBÛNÊ LI SÛDANÊ ZÊDE DIBIN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî bal kişand ser rewşa Sûdanê û ev nirxandin kir " Sûdanî destpêka 2026’an bi rengekî teorîk 70 saliya serxwebûnê pîroz dike, diyar e ku ’hizira dewletê’ xwe li pêşberî du vebijêrkên dijwar ên hebûnê dibîne. Şer ne tenê binesaziya madî hilweşand, lê di heman demê de rewşeke siyasî ya nû jî li ser bingeha du desthilatdariyan ava kir ku ji bo rewatiyê û axê hevrikiyê dikin û bi berdewamî seferberiya şer û gotinên nefretê pêş dixin. Ev jî her îhtîmala civakî ya vegera bo formula welatekî yekgirtî lawaz dikin."

Li gorî rojnameyê " Di navbera du axaftinên aliyên şer de, ku ji derve xuya dikin ku ew bi yekitiya Sûdanê re eleqedar in, mijarek ku cihê fikaran çêdike derdikeve holê, ew jî îhtîmala ku şer bibe sedema dabeşbûnekê, dibe paşê dibe sedema hilweşînek tevahî."

(b)