Iraqê bi daxuyaniyekê piştgirîya xwe ji bo Yemenê ragihand

Wezareta Karên Derve ya Iraqê piştgiriya xwe ji bo Yemenê nîşan da û ragihand ku helwesta Komara Iraqê ya xwesteka parastina ewlehiya Yemenê li gorî berjewendiyên gelê Yemenê ji bo jiyana aştiyane, neguheriye.

Iraqê bi daxuyaniyekê piştgirîya xwe ji bo Yemenê ragihand
3 ÇILE, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh meclisa veguhêz a başûrê Yemenê ya bi serokatiya Eyderos El Zubeydî destpêkirina qonaxek veguhêz a 2 salan ji bo ragihandina dewleta başûr, ragihand. 

Meclisê bang li civata navnetewî kir ku navbeynkariya diyalogê di nava aliyên eleqedar ên li bakur û başûrê de bike, mekanîzmayên mafên gelê başûr di çarenûsê de bi rêya referandûmeke gelêrî diyar dike, destnîşan bike.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê piştgirîya xwe ji bo Yemenê anî ziman û ragihand ku ‘hêvîdarin hewildanên herêmî û navneteweyî dê piştgirîya xurtkirina îstîqrara li Yemenê bikin’.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hate diyarkirin ku divê berjewendiyên gelê Yemenê di serî de bên danîn.

Iraqê piştgiriya xwe ji bo her alîkariyê ji bo aramî û pêşketina welat dubare kir û daxwaz kir ku aliyên cuda yên li Yemenê diyalogên xwe bidomînin ku ev ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêkan, rêya herî başe.