Rûsyayê bajarekî din ê Ukraynayê kontrol kir

Piştî ku artêşa Rûsyayê bajarê Avdiika yê Ukraynayê kontrol kir, fermandarê nû yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Alexander Sersky ragihand ku yekîneyên Ukraynayê ji bajarê Avdiivka vekişiyan û ketine xeta parastinê.

Rûsyayê bajarekî din ê Ukraynayê kontrol kir
17 sibat, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê nû yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Alexander Sersky li ser hesabê xwe yê Facebookê ev agahî parve kirin: "Ji ber rewşa operasyonê ya li Avdiivkayê, min biryar da ku yekîneyên xwe ji bajêr vekişînim û ber bi pozîsyona parastinê ve bibim."

Fermandarê koma stratejîk a Ukraynayê "Tavria" Alexander Tarnavsky jî ev agahî piştrast kir û got “ev biryareke rast e".

Tarnavsky destnîşan kir ku ji bo senaryoyên muhtemel li nêzîkî Avdiivkayê ya li bakurê Donetskê ku paytexta kantonê ye, baregehên nû yên asê têne amadekirin.

Hêzên Rûsyayê di rojên dawîn de dest danî ser bajarê Avdiivka û bakurê wê ji başûr qut kir. Li bakurê bajar kanên komirê hene û li başûrê wê jî baregeha fermandariya hêzên Ukraynayê heye.

(bb)