Kombûna Jinan a Zenûbiya: Têkoşîna azadiyê dê bidome

Meclisa Kantona Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku dê têkoşînê berdewam bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Têkoşîna azadiyê dê bidome
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Têkoşîna azadiyê dê bidome
3 sibat, 2024   13:18
TEBQA

Meclisa Kantona Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê, endamên nivîsgeh û komîteyên jinan û partiyên siyasî ji aliyê endama meclisa kombûnê Necah El Hisên ve hat xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin, êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha darvekirina çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergalên despotî û çewsîner ji bo tesfiyekirina dozên bindest û têkbirina şoreşên azadiyê yên li dijî zilmê di nava pêşbirkê de ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Her çi qasî dem dirêj bibe û fedakarî mezin bibin jî em ê têkoşînê berdewam bikin ta hêviyên gelên xwe yên ji bo azadî, edalet û rumeta mirovahiyê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên îdiaya mirovahiyê dikin hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe li hemberî sûcên li dijî gelê Kurdistanê têne kirin bi cih bînin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

(bb)