Li Pakistanê êriş: 16 leşker hatin kuştin

Li Pakistanê di êrişa TTP'ê de 16 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li Pakistanê êriş: 16 leşker hatin kuştin
22 kanûn, 2024   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma sînor a Pakistanê, di êrişa Tehrîk Talîban Pakistan (TTP) de ku weke Talîban a Pakistanê tê naskirin, 16 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Di êrişê de ku li cihekî nêzî sînorê Efganistanê hate kirin, li gorî rayedarên Pakistanê 16 leşker mirin.

Li gorî daxuyaniyê, di şerê sibeha 21'ê Kanûnê de komên cîhadîst êriş birin ser qereqola leşkerî ya li herêma sînor a Veziristan a Başûr.

TTP'ê berpirsyariya çalakiyê li xwe girt û îdia kir ku 35 leşker hatine kuştin.