Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan û Nivîsgeha Jinan a Meclisa kantona Efrîn û Şahbayê, li bajarê Qamişloyê ji bo zarokên Efrîn û Şehbayê li navendên ku tê de dimînin, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de pêşbirg jî hebûn.

Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re kampanya
2 îlon, 2025   22:15
QAMIŞLO

Bi armanca piştgiriya zarokan û sivikkirina bandorên koçberiyê, Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê, ji bo zarokên Efrîn û Şehbayê yên ku bi malbatên xwe re di navendên li bajarê Qamişlo û gundewarê wê de dimînin, kampanya lidarxistina şahiyan ragihand. Kampanya wê ji 2’ê Îlonê heta 13’ê Îlona 2025’an bidome.

Di roja yekemîn a kampanyayê de ku li gundê Tarteb ê Qamişloyê dest pê kiriye, hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Sozan Oso û endama Rêxistina Sara Lavîn Hemo, daxuyaniya destpêkirina kampanyayê xwend.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku di çarçoveya bersivandina rewşa mirovî ya dijwar a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn de, bandorên wê li ser psîkolojiya zarokên ku ji ber koçberiyê ji zarokatiya xwe bê par in de, ev kampanya hatiye ragihandin.

Li gorî berpirsên kampanyayê, aji destpêkirina kampanyayê armanc dikin ku şadiyê vegerîne dilê zarokên koçber, hişmendiya li ser mafên zarokan di koçberiyê de pêş bixin, cihekî ewle ji wan re peyda bikin ji bo ku bilîzin û derbirînin, diyariyan û kovana “Mizgîn” li zarokên beşdar belav bikin.

Bernameya kampanyayê wiha ye: 2’yê Îlonê li Mesakin Tartab, 3’yê Îlonê li Dibistana Bint Cebîl, 4’ê Îlonê li Mesakin Hilêliyê, 6`ê Îlonê li Mesakin Hilko, 7’ê Îlonê li Nexweşxaneya Neteweyî ya Kevin ya li taxa Kornîş, 8’ê Îlonê li  Dibistana Kamil Hindî ya li taxa Asûr, 9’ê Îlonê li dibistana Silêman Izo ya li taxa Kornîş, 10’ê Îlonê li dibistana Lehdo Mesûd a li taxa Enteriyê, 11’ê Îlonê li Komîna Şehîd Semîra ya li taxa Kornîş her wiha 13’ê Îlonê jî li dibistana Şehîd Hisên Abdullah.

Di roja yekem a kampanyayê de pêşbirk, lîstok, pêşangehên hunerî, tabloyên xêzkirin û boyaxkirinê û belavkirina diyariyan her wiha kovarên perwerdeyî, hemû di nav atmosfereke kêfxweşiyê û beşdariya zarok û malbatên wan de hatin pêşandan.

(ac/şx)

ANHA