Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesî hat qetilkirin

Li taxa Sebîl a bajarê Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesî hat qetilkirin, bêyî ku sedemên sûcê bê zanîn.

Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesî hat qetilkirin
8 adar, 2026   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hundirê malekê li taxa Sebîl a bajarê Helebê malbatek ji 4 kesî hat qetilkirin.

Li gorî agahiyên, qutbûna peywendiyê bi malbata parêzer Xelîl Ebdo re yê bi navê "Xeldon" tê naskirin li gel xizmên wî fikar û metirsî çêkirin. Wê yekê hişt ku xizmên wî berê xwe bidin mala wî ya li qada 4ˊan, dema li derî didin kes bersivê nade. Piştre derî dişikînin û dikevin hundir, dibînin ku 4 kes hatine qetilkirin.

Navên qurbaniyan wiha ne; parêzer Xelîl Ebdo ji gundê Matîna yê bajarê Şera yê gundewarê Efrînê ye, hevjîna wî Şîlan Tobal ji gundê Hec Xelîl ê bajarê Raco yê gundewarê Efrînê ye, du zarokên wan bi navê Ehmed (11) û Êlîn (8).

Heta niha hûrgiliyên der barê sûcê de yan jî aliyê berpirsiyar nehatine zanîn. Aliyên têkildarî dest bi lêpirsîna bûyerê kir.

(fr)