Li nîvgirava Kamçatkayê erdhejek pêk hat

Li nîvgirava Kamçatkayê ya Rûsyayê erdhejek bi pileya 7.4 pêk hat.

Li nîvgirava Kamçatkayê erdhejek pêk hat
13 îlon, 2025   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Nîvgirava Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejek bi pileya 7.4 pêk hat. Sîstema Hişyariya Tsunamiyê ya DYA’yê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.

Di daxuyaniya Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) de hat ragihandin ku navenda erdhejê 111 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamchatsky.It bû.

Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 39.5 kîlometreyan de, bi pileya 7.4 pêk hatiye.