Hêzeke Îsraîlê ket nava 4 gundên Quneytîrayê

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê bi 6 wesayîtên zirxî, tevî panzêran ket nava 4 gundên Quneytîrayê.

Hêzeke Îsraîlê ket nava 4 gundên Quneytîrayê
13 îlon, 2025   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzek leşkerî ya Îsraîlê duh êvarî bi 6 wesayîtên zirxî, tevî panzêran kete nava gundên Berîqa, Eyn El Derb, Kodne  û gundê Kemoniyê yê rojavayî Quneyîtrayê. Dema hêz ket nava gundan, balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Roja pêncşemê (11 Îlon) jî hêzêk leşkerî ya Îsraîlê ketibû gundewarê rojavayî Quneyîtrayê û li ser rêya di navbera gundên Semdaniye û Ecrefê de bendek kontrolê danî. Beriya wê jî hêzên Îsraîlê li gundên Berîqa û Bîr Ecem bi ser malan de girtin. Di dem serdegirtinê helîkopter li herêma başûrê digeriyan. Vê yekê tirs û fikar di nava şêniyan de çêkir.

Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wê di mehên dawîn de operasyonên taybet li dar xistin. Artêşê diyar kir ku di encama operasyonan de şaneyên ser bi "Feyleq El Quds" ve yên girêdayî  Pasdarên Îranê ku li Sûriyeyê kar dikirin, hatin girtin.

 Berdevkê artêşê Avichay Adraee got, ev şane bi fermana Yekîneya 840’an (yekîneyeke operasyonên taybet a Feyleq Quds e), dixebitin û plan dikirin ku "operasyonên terorîstî" li dijî Îsraîlê pêk bînin.

Li gorî Adraee, yek ji rêberên şaneyê efserê artêşa rejîmê berê Husin Mehmûd Elî Keber bû. Ev efser li Sûriye fermandariya yekîneyeke meydanî dikir  û 4 ji endamên wê hatin girtin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên şaneyê Zeydan El Tewîl û Mihemed El Keryan di Adar û Nîsana îsal de hatin girtin.

Artêşê her wiha destnîşan kir ku şaneyeke din ku bi fermanên Qasim Selah El Huseynî û Mihemed Şûeybî ên Lubnanî kar dikin hat jihevxistin. Hate diyarkirin ku her du kes di mehên borî de li Lubnanê hatin kuştin.

(bb)