Li Nîjeryayê jinek hat şewitandin

Polîsên Nîjeryayê ragihand ku li eyaleta Nîjer a Nîjeryayê piştî ku jinek bi destê komeke kesan bi zindî hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da.

Li Nîjeryayê jinek hat şewitandin
2 îlon, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê polîsên li eyaleta Nîjer Wasiu Abiodun bi daxuyaniyekê got piştî ku jinek ji hêla komek kesan ve bi zindî li eyaleta Nîjer hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da.

Abiodun diyar kir ku bûyer roja şemiyê li herêma Kasuwan-Garba ya kantona Mariga çêbûye û navê wê jinê Amaya ye, ew firoşkara xwarinê ye, ji eyaleta Katsina ya bakurê rojavayê Nîjeryayê ye.

Abiodun destnîşan kir ku polîs bi tundî vê bûyerê şermezar dikin û bang li şêniyan kir ku xwe ragirin û aram bin. Di heman demê de saziyên ewlehiyê çalakiyên xwe yên girtina sûcdar didomînin.

(fr)