Bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê manşetên rojnameyan in

Mijara bêçekkirina Hizbullahê li Lubnanê bûye pirsgirêka herî aloz li welat. Dewlet  ketiye navbera zexta tund a Amerîkayê û hevsengya lawaz a navxweyî. Li Iraqê jî, der barê jinûve bicihkirina hêzên Amerîkayê de gengeşî mezin dibe.

Bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê manşetên rojnameyan in
2 îlon, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro der barê arîşeya bêçekkirina Hizbullahê li Lubnanê û siberoja hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê de nivîsîn.

ˋBÊÇEKKIRINA HIZBULLAHÊ: PIR GOTIN, HINDIK KIRINˊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser arîşeya bêçekkirina Hizbullahê li Lubnanê û destnîşan kir ku serokê Lubnanê Joseph Aoun ketiye bin zexta zêde ya Amerîkayê ku dest bi pêkanîna biryara 1559 bike, di heman demê de rewşa li ser erdê û rastiyên siyasî dibin asteng li ber her gavek pratîkî.

Rojnameyê got ku hikûmeta Lubnanê peyaman ji Washingtonê re dişîne ku ew ê hêdî hêdî Hizbullahê bêçek bike, lê serok Aoun ji hundir re dibêje, bêyî lihevkirinek siyasî ya berfireh tu çalakiyek leşkerî li dijî Hizbullahê pêk nayê. Ev yek xuya ye ku ne pêkan e.

Rojnameyê diyar kir ku pirsgirêka çekên Hizbullahê bi pergala kûr a sîstema siyasî ya Lubnanê ve girêdayî ye, ku ji salên 1990`an û vir ve pergal li ser parvekirinê hatiye avakirin. Lewma çekên Hizbullahê ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê bûye stûneke bingehîn a desthilatdariyê li hundir û derve. Ev jî tê wateya ku her hewldanek ji bo bêçekkirina wê rastî dîwarê sistemê tê, ew sistema ku wê bi xwe bandora wê di nav dewletê de xurt kiriye.

GELO SERDEMA LIHEVKIRINÊN DI NAVBERA AMERÎKA Û ÎRANÊ DE LI IRAQÊ BI DAWÎ BÛYE?

Al Quds El Erabî li ser siberoja hebûna Amerîkayê li Iraqê nivîsî û pirs kir, gelo sedema lihevkirinên gewr ên di navbera Amerîka û Îranê de li Iraqê bi dawî bûye?.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku vekişîna hêzên xwe ji deverên girîng ên wekî baregeha Eyn El Esed û balafirgeha Bexdayê ragihîne û ji nû ve li hundirê Îraqê bi cih bibe, ev jî di nav Iraqê de bû cihê gengeşeyê."

Rojnameyê nivîsî ku partiyên desthilatdar sedemên vekişînê fam dikin, lê raya giştî di rewşek nezanî û nezelaliyê de ye. Piraniya bêdeng jî bawer dikin ku ev gav dê arîşeyeke mezin li herêmê çêbike, bi aybet dibe ku pevçûnek leşkerî di navbera Îran û Îsraîlê de rû bibe.

Rojnameyê nivîsî ku ev vekişîn pirsekê derdixe holê, ew jî ka dê Iraq karibe aramiyê pêk bîne bêyê ku têkeve nava nakokiyên berdewam ên herêmê.

(k)