Li Nîjeryayê êrişa xwekujî: 27 leşker hatin kuştin

Di êrişa xwekujî ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê de herî kêm 27 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Li Nîjeryayê êrişa xwekujî: 27 leşker hatin kuştin
26 ÇILE, 2025   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˋê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên leşkerî, di êrişa xwekujî ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê de herî kêm 27 kes hatine kuştin.

Xwekuj bi erebeyeke bombebarkirî êrişî karwaneke hêzên ku dixwestin ji nuqteya xwe derkevin kir.

Çavkaniyekî diyar kir ku di encama êrişê de di nav de fermandar 27 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha çavkaniyê din jî aşkera kir ku ji ber tarîtiya li derdorê hejmara leşkerên hatine kuştin diyar nebû.

(fr)