Di nav de 2 zarok 3 kes li Eyn Îsayê di topbaranê de birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir, di encama topbaranê de di nav de 2 zarok 3 kes birîndar bûn.

Di nav de 2 zarok 3 kes li Eyn Îsayê di topbaranê de birîndar bûn
Di nav de 2 zarok 3 kes li Eyn Îsayê di topbaranê de birîndar bûn
26 ÇILE, 2025   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir.

Nûçegihan diyar kir ku di encama topbaranê de di nav de 2 zarok 3 kes birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Erîc Xalid El Hisên (20), Asya Hemed El Hisên (12), Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (1).

Nûçegihan diyar kir ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Omer Eloş.

(fr)